11 Gulan 2017•Rojanekirin: 12 Gulan 2017
KIRŞEHIR
Li 7 bajarên ku navenda wan Kirşehîr e li dijî şaxa zanîngehê ya PKKYê operasyon hat kirin û 17 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Kirşehîrê da, ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyetê li dijî YDG-Hya rêxistina şaxa ciwanan a PKKyê xebat da destpêkirin.
Bi îdiaya ku mensûbên PKKya rêxistina terorê li Zanîngeha Ahî Evranê (ZAE) di nav xwendekaran da rêxistinê çêdikin, piştî ku mezûn dibin jî li bajarên din tên wezîfedarkirin. Li dijî wan li 7 bajaran operasyon hat kirin.
Ji xwendekarên zanîngehê M.U, M.V.A, C.Y, M.K, B.G, V.Z, E.K, M.K, F.A. li Kirşehîrê, mezûn jî di nav da ji bersûcan M.D. li Mêrsînê, O.H. li Enqereyê, S.Ş. û Ç.Y. li Stenbolê, M.K. li Mûşê, A.Y. li Batmanê, N.Y. li Agiriyê, S.K. li Sêrtê hat binçavkirin.
Li malên ku gumanbar lê diman lêgerîn hat kirin û dokumna, afîş, ala û belgeyên aîdê PKKya rêxistina terorê hatin bidestxistin.
Gumanbar li Kirşehîrê civandin ser hev û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Ahî Ewranê hatin kontrolkirin û li emniyetê jêpirsîna wan dewam dike. Ji gumanbaran der heqê K.K. da biryara binçavkirinê heye û polês lê digere.