Ferizat Kaya
11 Gulan 2017•Rojanekirin: 11 Gulan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo hevkariya navneteweyî wê here Komara Gel a Çînê û beşdarî Foruma Herêm û Rê bibe. Erdogan pîşt re di navbera 15-17yê gulanê de jî dê here Amerîkayê û hin hevdîtinan bike.
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemaniyê yê Serokomariyê, Erdoganê 14-15 gulanê li Pekînê ji bo hevkariya navneteweyî beşdarî Foruma Herêm û Rê bibe û bi Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping re hevditinan bike.
Erdogan di 14yê gulanê bêşdarî Forûma Kuşak û Rê ya paye bilind bibe û di 15yê gulanê de dê di civîna Serokên maseya gilover de biaxive. Her wiha Serokomar Erdogan wê bi serokê dewlet û hikûmetan re hevdîtinan bike.
Tê payîn ku di foruma "Herêm û Rê: Ji bo Refahê Hevkarî"yê da mijarên binesazî, ragihandin, hevkariya aboriyê, bazirganî, veberhênanên pîşesazî, vejen û çavkaniyên vejenê, piştevaniya aboriyê, têkiliyên navbera gelan, parastina hawirdorê û di deryavaniyê da hevkarî, bên nirxandin.
Ji bilî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Bankaya Dinyayê, Serokên fona Pera yê Navneteweyî, wê 28 serokên dewlet û hikûmetan û nêzî 250 wezîr beşdarî forumê bibin.
Erdoganê di16yê gulanê de bi Trump re hevdîtinê bike
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê piştî ziyareta Çînê here Amerîkayê.
Serokomar Erdogan dê li Washingtonê bi Serokê DYAyê Donald Trump re hevdîtinê bike. Her wiha Erdogan wê bi nûnerên saziyên civaka sivîl û karsazan re jî hevdîtinan bike.