Abdullah Tel
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
BATMAN
Li Batmanê di operasyona dijî qaçaxçîtiyê hat kirin da 295 şûşe araqa sixte hat qefaltin.
Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr daxuyanî da û ragihand ku ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ra li seranserê bajêr li bufe, dikan û mekanên lê araq tên firotin mêze kirin û bi tevahî 295 şûşe araqa sixte bi dest xistin.
Di operasyonê da gumanbarekî tê nirxandin ku firoşkeriya araqa sixte dike, hat binçavkirin û hat gotin ku beriya serê salê ji bo rê li ber firotina araqa sixte bê girtin jî wê operasyon bênavber dewam bikin.