Ahmet Aydın
23 Mijdar 2016•Rojanekirin: 23 Mijdar 2016
BITLÎS
Li Bidlîsê di operasyona dijî terorîstên PKKyî da, teqemeniyeke destî ya ku xistibûn nava quşxaneyekê hat îmhakirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, yekîneyên bi Fermandariya Cendirmeyê ya Bidlîsê va girêdayî, li gundê Ogulcaka Bidlîsê operasyonek li dar xistin.
Di operasyonê da piştî hat tesbîtkirin ku core teqemeniyeke bi destçêkirî xistine nava quşxaneyekê, tedbîrên ewlehiyê hatin sitendin û quşxane li cihê bûyerê hat îmhakirin.
Di daxuyaniyê da hat îfadekirin ku bi mebesta parastina ewlehî û aramiya gelê herêmê, têkoşîna dijî terorê bi biryardarî didome.