11 Hezîran 2017•Rojanekirin: 12 Hezîran 2017
BITLÎS
Li Elcewaza navçeya Bitlîsê karkerê ku ceyranê ew kişand, mir
Burak Budak (32) ku di ekîba temîra ceyranê ya Şeftiya Kargeriya Elcewazê ya AŞya Belavkirina Ceyrana Behra Wanê (VEDAŞ) da peywirdar e, li gundê Bahçedereyê (Xaskunduruk) dema erizeya ceyranê temîr dikir, ceyranê kişand.
Ekîbên 112 Servîsa Bilez, Budakê ku giran birîndar bû, pêşiyê rakirin Nexweşxaneya Onkolojiyê ya Elcewazê û herwiha Budak dû ra rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.
Li vir Burak qederekê di unîteya nexweşên giran da hat dermankirin û bi şûnda sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê kirin.
Budakê ku piraniya bedena wî şewitî, ligel her cure midaxaleyî xilas nebû.