11 Hezîran 2017•Rojanekirin: 11 Hezîran 2017
ANKARA
Xwendekarên ku lîse kuta kirine û dixwazin bikevin zanîngehê dikevin Ezmûna Bicihkirinê ya Lîsansê (LYS). Rûniştina matematîkê ya LYS-1ê di saet 10.00î da dest pê kir.
Li Tirkiyeyê 81 bajaran û Lefkoşayê bi tevahî 2 hezar û 594 avahiyan ezmûn tê kirin û 839 hezar û 124 kesan serlêdan kiribûn.
Namzedên zanîngehê 15 deqe beriya destpêka ezmûnê hildan avahiyan. Kesên ku piştî saet 09.45an çûn, hilnedan avahiyan.
Ezmûnê di rûnistinekê da were kirin û 135 deqeyan dewam bike.
Di testa matematîkê da 80 pirs hatin pirsîn.