28 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
WASHINGTON
Rêveberiya DYAyê di sala 1961î da hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Kubayê ra birîbû û piştî 55 salan biryar da ku balyozekî tayînî Kubayê bike.
Serokê DYAyê Barack Obama Jeffrey DeLaurentisê ku li Balyozxaneya DYAyê ya Kubayê wek meslehetguzar wezîfeyê dike ji bo Balyoztiya Havanayê wek namzed nîşan da.
DYAyê û Kubayê di sala 2014an da biryar dan ku têkiliyên xwe bînin asta normal û li ser vê herdu welatan jî sala par li welatê din balyozxane vekirin, Jeffrey DeLaurentis li ser vê di Balyozxaneya Havanayê ya DYAyê da wek melehetguzar dest bi wezîfeyê kir.
DeLaurentisê dîplomatê kariyerê yê Wezareta Karên Derva ya DYAyê beriya vê li NYyê Nûnerê Daîmî yê DYAyê bû, Balyoztiya Bogotayê kiribû, li Washîngtonê di wezaretê da wezîfe kiribû. Ji bo ku Jeffrey DeLaurentis wek balyoz bê tayînkirin dibê Senato wê qebûl bike.