01 Tebax 2016•Rojanekirin: 02 Tebax 2016
BÎNGOL
Li Bîngolê wesayita bombebarkirî ya ku ji aliyê terorîstên PKKyî va li ser rê hatibû parkkirin dema servîsa hêzên ewlekariyê derbas bû teqiya û di teqînê da 6 polês şehîd ketin, 4 polês jî birîndar bûn.
Walî Yavuz Selîm Koşger polêsên birîndar ên li nexweşxaneyê tên tedawîkirin ziyaret kir û beriya ji nexweşxaneyê veqete daxuyanî da rojnamegeran û destnîşan kir ku ji ber êrîşa terorî 6 polês şehît ketin û 4 jî birîndar in.
- Alaya Tirkiyeyê bi wesayîta bombebarkirî va kirine
Koşger der barê êrîşa li ser polêsan hat kirin da got: "Hedîseyeke menfûr a ji ber wesayîteke bombebarkirî ya li keviya rê hatibû parkkirin qewimî. Wesayîta ku alaya Tirkiyeyê bi paşiya vê hatiye dalqandin di dema derbasbûna otobusa polêsên me da hatiye teqandin. Teqîna ku qewimiye nîşan dide ku gelek teqemenî hebûye. Heta niha 6 polêsên me şehît ketin û 4 polês jî birîndar in."
Ji polêsên birîndar 2 kes sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Firat Elazigê û 2 polêsên ku ji wan rewşa yekî xedare jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê hatin kirin.
Koşger bibîr xist ku ji ber tesîra teqînê wesayîta polêsan bi qasî 15 metreyî pêşva virvirî.
Walî ragihand ku ji bo qefaltina terorîstên reviyan hêzên ewlehiyê dest bi xebat û operasyonê kirin û welatiyên li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê kom bûn sloganên wek "Qehir bibe PKK" berz kirin û êrîşê jî şermezar kirin.