Haydar Şahin
03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2018
IGDIR
Li Deşta Îdirê ya ji herêmên herî dêm ên Tirkiyeyê ye ji bo têkoşîna dijî erozyonê darên guzan hatin daçikandin û guz ji bo gundiyan bûn îmkana dahatê.
Bi projeya bi destê Wezareta Çandinî û Daristanan hat destpêkirin va darên guzan li herêmên bilind ên Îdirê hatin daçikandin.
Li herêmê kêmzêde 5 hezar şitlên guzan hatin çikandin, demekê şûnda rengê herêmê guherî, hişkayî xilas bû daran guz dan. Herêm nika bi guzan tê zanîn.
Darên ku li 500 dolim erdî hatibûn daçikandin mezin bûn, dema komkirina guzan hat. Guzên ku gundî kom dikin hêdî hêdî ji wan ra dibin çavkaniya dahatê.
Taner Tazegunê Midûrê Karûbarên Daristanê ya Îdirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku darên guzan li herêmên erozyon çêdibû çikandin.
Tazegun diyar kir ku bi gundiyan ra îstişare kirin û di encamê da bi ser ketin û wiha pê da çû: "Em bi piranî dixwazin gundiyên li herêmên erozyon lê hene tevlî projeyê bikin. Dema wan hildidin nav projeyê jî bi ser dikevin. Ev jî wan projeyan yek e, me xebatên kontrola erozyonê kir, ji bo nirxandina eraziyên gundiyan ên li van herêman me bi gundiyan ra xeberda. Ji bo ku daçikînin jî me şitlên guzan li wan belav kirin û piştgiriya teknîkî da wan."
Taner Tazegun destnîşan kir ku herêmên lê çêre jî tunebûn hatin xilaskirin û wiha axivî: "Li van deran berê çêre jî hêşin nedibû, nika bi daran hêşin dike. Ez ji bo vê welatiyên me pîroz dikim. Me guzên ku li vê derêmê derdikevin pêşniyazî welatiyan kir. Hem wan şitil kirîn hem jî me li wan belav kirin, bereketa wê jî li holê ye. Em dixwazin vê li tevahiyê bajêr bikin. Ciyê van welatiyan li van deran e lêbelê bi xwe li bajaran dijîn. Ji ber ku ji bajêr hatin û ev kara kirin em kêfxweş in."
- "Ji deştê baştir guzan hildidin"
Îsa Karabulutê ji gundê Xadimliyê diyar kir ku bi salan berê koçî Stenbolê kirin, lêbelê ji bo ku eraziyên dêm ên li gund xilas bikin hatin Îdirê û dest bi xebatan kirin.
Karabulut wiha axivî: "Piştî ku teqawid bûn ez hatim ku eraziyên xwe yên li vê derê binirxînim. Me guzên ku li erdê me hêşin dibin daçikand. Midûriyeta Daristanê gelekî piştgirî da me. Çi ji destê me hat jî me kir. Nika jî em guzan kom dikin. Me nikaribû ji vê derê dexl û den hilda. Nika ji deştê baştir guzan hildidin."