Türkan Tosun
11 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2018
BOLU/DUZCE
Li ser Otorêya Anadoluyê û rêbejeya D-100ê li qismê Çiyayê Boluyê berfê dest pê kir.
Li Çiyayê Boluyê barana ku şev dest pê kiribû, serê sibê cihê xwe ji berfê ra hîşt.
Li ser rêbejeya D-100an aliyê Bakacak, Karanlikdere, Biçkiyani, Karduz, Topuk Yaylasi, Seymenler û li ser Otorêya Anadoluyê li tunela Çiyayê Boluyê berf dibare.
Tîmên rêbejayê dixebitin, polêsên trafîkê jî hişyariyê didin şofêran ku bila ew baldar bin.
Polês dibêjin ji 1ê Çileya Pêşîn vir va wesayît divê lastîkên zivistanê bi kar bînin.
Hat gotin şofêrên guh nedane vê biryarê û lastîkên zivistanê neavêtine wesayîtên xwe wê cezayê hildin û destûr wê neyê dayîn ku ew herin.