Haydar Şahin
11 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2018
ERZURUM
Hat ragihandin li bendê ne ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ba û bager rabe.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê, hewayê ewravî be, li bendê ne ku bi navber baran bibare û germahiya hewayê jî li gor ya demsal be.
Li herêmê bayê ji aliyê başûr ra rabe, li dorberê Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê jî şilope û berfê bibare.
Germahiya hewayê bi şev li Erzincanê 4, li Agirî, Îdir û Erziromê 2, li Erdexanê 1 û li Qersê di binê sifirê da 3 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 9, li Erzincanê 7, li Agiriyê 5, li Erzirom û Qersê 4, li Erdexanê 3 pile be.
Qalindahiya berfê li navendên xweşiqitandinê ya Palandokena Erziromê 32, ya Sariqamîşa Qersê 29, ya Ergana Erzincanê 21 santêm hat pîvandin.
Rayedaran hişyarî dan ku li herêmê ba û bager ew ê rabe û baran bibare bira welatî bê tevdîr nemînin û baldar bibin.