04 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2016
ANKARA
Werzişvanên neteweyî di roja sêyemîn a Şampiyonaya Tekwandoyê ya Poomseê ya 10emîn a ku li Perûyê hat lidarxistin da 2 madalyonên zêr û madalyoneke bronz qazanc kirin.
Li gorî daxuyaniya Federasyona Tekwandoyê, ji 55 welatî 760 werzişvan beşdarî şampiyonaya li Lîmaya paytexta Perûyê ya ku bi destê Federasyona Tekwandoyê ya Dinyayê (WTF) va hat lidarxistin, bûn.
Di organîzasyonê da 20 jê mêr 16 jê jin bi 36 werzişvanî va Tirkiye tê temsîlkirin û herwiha di roja sêyemîn a organîzasyonê da Tirkiyê 2 madalyonên zêr û madalyoneke bronz qazanc kir.
Di kategoriya tîma cot a ji ser sî salî da Mevlut Pekcan-Serim Olgun Kahveci, di kategoriya tîma cot a stîla serbest a ji ser 18 salî da jî Emirhan Muran-Kubra Daglı bûn şampiyonê dinyayê.
Herwiha di kategoriya takekesî ya stîla serbest a di navbera 12-17 salî da jî Gulsena Karakuyuluyê madalyona bronz bi dest xist.
Tirkiyê bi vî awayî di şampiyonayê da di dawiya roja 3yemîn da 4 zêr, 2 zîv û 5 jî bronz madalyon bi dest xistin.