İbrahim Atmaca
19 Mijdar 2018•Rojanekirin: 20 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Qendîla Mewlûdê bi bernameya ku Miftîtiya Stenbolê li dar dixe va wê li Mizgefta Eyub Siltanê bi diayan va were îdraqkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Miftîtiya Stenbolê hat dayîn, ji bo Qendîla Mewlûdê li Mizgefta Eyub Siltanê piştî nimêja eşayê wê bernameyeke taybet were lidarxistin.
Di bernameyê da alîkarê miftiyê Stenbolê wê li ser Qendîla Mewlûdê wezan bide û ev şeva pîroz wê bi dia û îlahiyan va were îdraqkirin.
Ji bo Qendîla Mewlûdê li Mizgefta Fatîhê jî bernameyek wê were lidarxistin. Di bernameyê da Qur'ana Pîroz wê were xwendin, diayên xitmê wê were kirin. Piştî nimêja mexrebê jî Doç. Dr. Halîl Îbrahîm Kutluay wê li ser mijara "Hezretî Pêxember û Ciwaniyê" sohbet bike.
Bername wê piştî nimêja eşayê bi xwendina naeta şerîf dewam bike û heta nîvê şevê Rûyê Şerîf wê were ziyaretkirin.
Bername wê di nimêja sibê da bi kombûna ciwanan va kuta bibe.