09 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
BITLÎS
Hat ragihandin ku mixtarê gundê Bolukluyê Salih Guven ku di 26ê îlonê da ji aliyê terorîstên PKKyî va hatibû revandin, li nêzîkî gundê Akşarê li ber rê mirî hat dîtin
Serokê Komeleya Mixtarên Hîzanê Bedirhan Uguş di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ji Guvenê ku terorîstan ew revandibû, ev demek e xeberek tunebû. Uguş diyar kir ku der barê mijarê da geşedaneke nû heye û wiha xeberda:
"Em pê hesiyan ku cesedê mixtarê gundê Bolukluyê Salih Guven ku di 26ê îlonê da hatibû revandin li nêzî gundê Akşarê danîne ber rê. Li ser vê hêzên ewlekariyê operasyonek li dar xistin û cesed ji ciyê bûyerê veguhastin morxa Nexweşxaneya Dewletê ya Hîzanê. Piştî miemeleyên li vir, bona otopsiyê cesedê Guven şandin Wanê."
Mixtarê gundê Bolukluyê Salih Guven di 26ê îlonê saet 20.00î da ji aliyê terorîstên PKKyî va ji mala wî hatibû revandin.