24 Tebax 2017•Rojanekirin: 25 Tebax 2017
DIYARBAKIR
Li Erxeniya navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da sîlah, cebilxane û amûrên jiyanê hatin girtin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li çil û çiyayên Erxeniyê ji bo berterefkirina terorîstan, derdestkirina hevkarên wan, îmhekirina sitargeh û baregehan di 22yê tebaxê da operasyon dabûn destpêkirin û operasyon do hatibû temamkirin.
Di teqîbata li navbera Dallidaxî û Yukarisabirliya gundên navçeyê da M-16a tivinga piyadeyan, 7 jarjor, yêlegê êrîşê, makîneya fotografan, bêtêlek, 250 fîşengên keleşkofan, bombeya destan, 2 fîşengên rokêtavêjên tankşikên, 9 fîşengên rokêtavêjê, 2 anaxtarên boriyan, cihaza multîmêtreyê û gelek amûrên jiyanê hatin girtin.