Abdullah Tel
19 Gulan 2018•Rojanekirin: 21 Gulan 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê Cejna 19ê Gulanê Bîranîna Ataturk, Ciwan û Sporê bi beşdariya Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu hat pîrozkirin.
Li pêş walîtiyê merasim hat kirin û di merasimê da tevlî rêzgirtinê sirûda neteweyî jî hat xwendin.
Wezîr Soylu cejna xwendekar û welatiyên beşdarî merasimê bûn pîroz kir û xelatên sporvanên ku di pêşbaziyan da derece bi des txistibûn da û wêne bi wan ra kişand.
Di merasimê da xwendekaran helbest xwendin, di axaftinên xwe li ser girîngiya 19ê gulanê sekinîn û govend girtin.
Soylu jî di nav da Walî Hasan Basrî Guzeloglu, Parlamenterên AK Partiyê yên Diyarbekirê Ebûbekîr Bal û Galîp Ensarîoglu, Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Cumalî Atîlla, Serdozgerê Komarê Kamîl Erkut Gure, Fermandarê Parleşkerê ya 7emîn General Sînan Yayla, Fermandarê Cenderme yê Herêmê Tumgeneral Halîs Zafer Koç, xwendekar û welatiyan di merasimê da cih girtin.