03 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2016
DIYARBAKIR
Li Navçeya Lîceyê hêzên ewlehiyê midaxaleyî koma xwest ku operasyona ser PKKya rêxistina terorê û ser hişbira ku çavkaniya wê ya fînansê ye dan destpêkirin, protesto bike kirin.
Koma ku Hevseroka DBPyê Sebahat Tûncel, Hevseroka KCDyê Leyla Guven, Parlementerên HDPyê yên Diyarbekirê Ziya Pîr, Sîbel Yîgîtalp û Feleknaz Uca jî di nav de xwest ku "Operasyona Yekîneya Taybet a Mişterak a Tegmenê Şehîd ê Jendirme Abdulselam Ozatak a Bayrak -14" protesto bikin.
Kom ji avahiya KCDyê ber bi Koşuyoluyê ve meşiya û xwest ku dîsa ber bi avahiya KCDyê ve bimeşe lê hêzên ewlehiyê hişyarî dan wan.
Amîrê polêsan pêşniyaza "heke hûn daxuyanî bidin kerem bikin vir bidin" li koma ku parlementerên HDPyî jî di nav de ne kir, Sîbel Yîgîtalpa parlementera HDPyê jî got ku "Em ê li ber KCDyê bikin."
Amîrê polêsan jî got ku "Em ê destûrê nedin vê yekê."
Digel hişyariya ku dê dîsa destûr nedin meşê û bila kom belav bibe komê xwest ku bimeşe û li ser vê yekê bi ava bitazyîq midaxaleyî komê kirin.