31 Adar 2016•Rojanekirin: 31 Adar 2016
DIYARBAKIR
Li navçeya Baglara navend dema ku wesayîta polêsan a bizirx derbas dibû terorîstan êrîşa bibombe kir, di êrîşê de li gor tespîtên ewil 6 polês şehîd bûn, 23 kesên ku di nav de sivîl jî hene birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin nêzî Termînala Otobêsan a Navbajêran dema ku wesayîta ku tê de polêsên ji herekata taybet hebûn derbas dibû teqîneke mezin çêbû.
Di teqînê de 23 kesên ku di nav de sivîl jî hene, birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansên ku sewqî cihê bûyerê kirin rakirin nexweşxaneyên cur bi cur ên li bajêr. Ji birîndaran 6 polês digel midaxaleya ku hat kirin şehîd ket.
Ji ber şîdeta teqînê camên avahiyên Termînala Otobêsan a Navbajêr û gelek avahiyên li hawirdor şikestin, di hin wesayîtan de xisar çêbûn.