Li Baglara navçeya Diyarbekirê, dijî PKKya rêxistina terorê operasyon hat lidarxistin, di operasyonê de 15 bombeyên bi destçêkirî hatin desteserkirin û endameke rêxistinê hat binçavkirin.
Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr daxuyand ku duh li navçeyê bi çek, bombe, fişekên hewayî, molotof û keviran êrîşê hêzên ewlehiyê kirin. Ekîbên Şaxa Têkoşînê yên Dijî Terorê ji bo qefaltina êrîşkeran li navçeyê operasyon kir.
Di operasyonê de 15 bombeyên bi destçêkirî desteser kirin û H.Ayê endamê rêxistina terorê ku tevlî bûyerên terorî bibû hat binçavkirin.
Lêpirsîna der barê bûyerê de berdewam dike û hat ragihandin ku ji bo rê li ber êrîşên terorî bigrin dê operasyon bi biryarî dewam bikin.