28 Tebax 2016•Rojanekirin: 29 Tebax 2016
DIYARBAKIR
Mensûbên PKKya rêxistina terorê bi roketan êrîşî Balafirgeha Diyarbekirê kir, di bûyerê da tiştek bi kesî nehat.
Li gor agahiya ku hat hildan, grûbek terorîstên derva li navçeya Baglarê bi rokêtan êrîşî kampusa balafirgehê kir.
Di bûyerê da tiştek bi kesî nehat, lê xesareke biçûk çêbû.
Piştî kontrola polêsan li balafirgehê balafir cardin radibin û datînin.
Ji bo girtina terorîstên ku êrîş kir, xebatê dest pê kir.
- "Sefer taloq an jî betal nebûn"
Li gor daxuyaniya walîtiyê terorîstên PKKyî di saet 00.04an bi rokêtan êrîşî baregeha polêsan ya Balafirgeha Diyarbekirê kir.
Li gor daxuyaniyê di êrîşê da 3 camên ku rêwî lê disekinin xesar hildan, wekî din tiştek bi kesî nehat û wiha hat gotin:
"Ji bo girtina êrîşkar an jî êrîşkaran li herêmê operasyoneke berfireh dest pê kir. Li balafirgehê sefer nehatin taloqkirin an jî nehatin betalkirin. Der barê mijarê da geşedanê werin parvekirin."