28 Tebax 2016•Rojanekirin: 29 Tebax 2016
ANKARA
Ji bo xebatkarên sazî û sazûmaniyên qamûyê betlaneya Cejna Qurbanê bû 9 roj.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên serokwezîriyê hat hildan, Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo ku xebatkarên sazî û sazûmaniyên qamûyê 16 îlonê roja înê tam roj îzna îdarî bi kar bînin, tamîm îmze kir.
Li gor vê bi şertê ku rêvebirên saziyan tevdîrên hewce dikin hildin da ku xizmet nesekinin, kêm kesan bidin xebatê, hemû xebatkarên sazî û sazûmaniyên qamûyê wê roja piştî eyda qurbanê (16ê îlonê roja înê) rojekê îzna îdarî bi kar bînin. Bi vî va betlana Cejna Qurbanê 9 roj hatiye kifşkirin.
- Mehaneyên kesên teqawidbûyî wê beriya eydê werin dayîn
Her wiha Serokwezîr Yildirim ji bo ku mehaneya karmendên sazî û sazûmaniyên qamûyê û kesên ji SGK û BAG-KURê teqawid bûne beriya Cejna Qurnabê werin dayîn, ji wezaretan ra telîmat şand.
Li ser telîmatê biryar hat dayîn ku mehane di 08-09ê îlonê da werin dayîn.