01 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2015
ÎZMIR
Zarokên malbatên sûriyeyî yên ku ji ber şerê li welatê xwe revîn û xwe spartin Tirkiyeyê, herçiqas wextê xwe li ser kolanan bi lîstikê derbas bikin jî lê "bêwelat" û "bêstar" jiyana xwe dewam dikin.
Malbatên sûriyeyî yên ku ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe revîn û xwe spartin Tirkiyeyê xanî, kar, kargeh û hezkiriyên xwe ji destê xwe kirin û li xurbetê di nava zehmetiyan de hewl didin ku jiyana xwe bidomînin.
Kesên ku rewşa wan paktir in, li otêlên erzan yên li ser kolanên para yên Basmaneyê dijîn, yên ku rewşa wan a maddî xerab in jî tevî zar û zêç, ciwan û kal, sax û nexweş li ser peyarêyan radizên.
- Malbata Mihemed perçe perçeyî bûye
Mihemed Aşkarê 9 salî yê ku bi wan hevalên xwe yên ku enînivîsa wan yek e re li Meydana Xatûniyeyê dilîze ji peymanêrê AAyê re got piştî ku bavê wî di şerê li Sûriyeyê de mir û şûnde ew mecbûr man ku tevî dayik û du birayên xwe werin Tirkiyeyê.
Mihemed qala birayên xwe kir û wiha got, "Birayekî min çû Îzmitê yê jin din jî ji bo ku biçe Almanyayê bi rê ket. Ez jî bi dayika xwe re li otêleke piçûk a li Basmaneyê dimînim."
Mihemed got ku wî çûyîna dibistanê ji bîra xwe derxistiye û wiha qala jiyana xwe ya li Îzmirê kir, "Dayika min digere. Ez nizanim li kuderê ye. Carinan ji bo ku nan bistînim 2-3 lire pere dide min. Wextê ku bavê min di şer de mir, em revîn Tirkiyeyê. Ez li Tirkiyeyê bextewar im, lê hewcedariya min bi bavê min hebû. Yek jî minê gog û solek bixwesta."
- 13 salî ye lê li karekî digere
Îsa Şaydîyê 13 salî yê piştî ku li Helebê eqrebayên wî mirin, tevî malbata xwe hat Îzmirê. Şaydî li ber Mizgefta Çorakkapiyê ji xwe re li karekî digere. Şaydî diyar kir ku ew li Îzmirê li cem eqrebayên xwe dimîne û wiha got, "Ez carinan jî li ser kolanan radizêm. Ez dicemidim, lê ka ez çi bikim? Heger karekî min hebûya ezê bixebitiyama."
Abdulqadir Dakarê ku ji Helebê tevî zarokên xwe hat Îzmirê ji ber ku ji wan re hembêza xwe vekir ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu re spas kir.