Ferizat Kaya
17 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
ELAZIG
Li Qereqoçana navçeya Elezîzê otobêsa a bi pileqeya 34 ZZ 6516 ku Mizafer Ustun diajot li ser rêbeja Elezîz-Bîngolê ji paş ve li tira hesinan ya Zafer Apak a bi pileqeya 33 FH 380 qelibî.
Li gorî agahiyên ewil di qezayê da ji rêwiyên otobêsê kesek mir 20 kes jî birîndar bûn. Birindar ji aliyê ekêbên tenduristiyê sewqî nexweşxaneyên derdorê hatin kirin. Herwiha ekîbên cendirme li cihê bûyerê tewdîrên ewlehiyê girtin.
Ekîbên tenduristiyê, agirkujiyê, AFAD û wezîfedarên UMKEyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.