11 Hezîran 2016•Rojanekirin: 12 Hezîran 2016
MALATYA
Wisa tê texmînkirin ku li Malatya, Elazig, Bîngol, Tûncelî û Adiyamanê wê hewa germ bibe.
Midûriyeta Herêma 13mîn a Meteorolojiyê daxuyanî da û diyar kir ku ji serê meha remezanê vir va li gor demsalê hewa sar bû lê wisa tê texmînkirin ku ji 14ê hezîranê roja şêşemê şûn va li Malatya, Elazig, Bîngol, Tûncelî û Adiyamanê wê hewa germ bibe.
Hat gotin ku di dawiya hefteyê û rojên ewil ên hefteya pêş me da li seranserê welêt hewa wê di navbera 6-pîleyî germ bibe û germahiya hewayê wê ji 30 pîleyî derbas bibe. Ji welatiyan hat xwestin ji bo ku tav li serê wan nexe û ji germê aciz nebin bila hay ji xwe hebin û bi tewdîr tevbigerin.