Haydar Şahin
21 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2017
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna li ser Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da der heqê 153ên wan xebatkarên saziyên medyayê yên ku hatibûn girtin, Wezareta Daristan û Karên Avê û ewlekariyê yên berê, 6ên wan xebatkarên wezaretê yên li ser wezîfeyê bi tevahî 159 kesan da biryara binçavkirinê da.
Li gor agahiyên ku ji çarkaniyên serdozgeriyê hatin sitandin, ji ber bikaranîna ByLocka bernameya bi şîfre ya rêxistinê, der heqê 20 kesên ku 6ên wan xebatkarên Wezareta Daristan û Karên Avê yên li ser wezîfeyê ne, 34 kesên xebatkarên saziyên medyayê yên ku hatibûn girtin da di çarçoveya lêpirsîna li ser FETOyê da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di çarçoveya lêpirsîneke din a ku sergozgerî rêva dibe da jî ji ber bikaranîna Bylockê ji bo 150 xebatkarên ewlekariyê yên li 13 bajaran ên berê jî biryara binçavkirinê hat dayîn.
Hat ragihandin ku şikbar ji polês, serpolês, alîkarên komsêr, serkomsêr, midûrê ewlekariyê û amirên ewlekariyê pêk tên û tevahiyê wan ji wezîfeyê hatibûn îxrackirin.