Haydar Şahin
20 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2018
ESKÎŞEHIR
Li Eskîşehirê otobêsekê qeza kir û li gor tesbîtên ewil di qezayê da 11 kes mirin û 44 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, otobêsa saziya Kartallerê ya bi pîlaqeya 06 FL 644 a ku nasnameya ajokarê wê hê nehat tesbîtkirin û ji Enqereyê rewî dibirin gera Bursayê li ser rêya Eksîşehir-Bursayê ji rê derket û li daran qelibî.

Li gor tesbîtên ewil di qezayê da 11 kes mirin û 44 kes jî birîndar bûn. Ekîbên Serwêsa Acil a 112ê kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Ozdemir Çakacakê Waliyê Eskîşehirê û Engin Dinçkazayê Midûrê Ewlekariya bajêr li dewsa bûyerê lêkolîn kirin û birîndarên li nexweşxaneyan ziyaret kirin