09 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2017
HAKKARÎ
Hat ragihandin ku li Yuksekovaya navçeya Hekariyê 2 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, ji mensûbên PKKya rêxistina terorê ya cudaxwaz yên hewl dan ku li ser rêya Daxlicayê êrîşî baregeha polêsan a têketina Balafirgeha Selahaddîn Eyyubî bikin 2 kes bi wesayîta Kobrayê hatin tesbîtkirin û hatin berterefkirin.
Hat gotin ku polêsek di êrîşê da sivik birîndar bûye.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku li herêmê operasyoneke berfireh dest pê kir û li ser êrîşê lêpirsîn dewam dike.