Muhammet Kurşun
09 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji bo nerazîbûna li dijî girtina Enis Berberoglu li Enqereyê dest bi meşê kir û di roja 25an de li Stenbolê temam kir.
Kiliçdaroglu ji mewqiyê Dragosa Kartalê seet 16.30an de dest bi roja 25emîn a meşê kir li Maltepeyê cihê mitîngê qedand.
Kiliçdaroglu li pêş alîgir û parlamenteran bi 200 metroyî bi tenê meşiya û pankarteke li serê "edalet" dinivîse bilind kir.
Kiliçdaroglu piştî 3 kîlometre meşiya û li Qada Mitîngê ya Maltepeyê ji bo welatiyan diaxive.
Serokê CHPê seet 18.00an de gihîş qada mitîngê.