05 Tebax 2016•Rojanekirin: 05 Tebax 2016
HAKKARÎ
Mensûbên PKKya rêxistina terorê êrîş birin ser baregeha eskerî ya li ser Fermandariya Tabûra Tekeliyê ya Şemdînliyê û 2 esker şehît ketin 6 esker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin hildan endamên PKKyê bi çekên lûledirêj va êrîşî ser baregeha eskerî ya Fermandariya Tabûra Tekeliyê kirin.
Di şerê ku derket da 2 esker şehît ketin û 6 esker jî birîndar bûn.
Li herêmê ji bo qefaltina terorîstan operasyona ku ji hewayê jî piştgirî tê dayîn dest pê kir.