28 Îlon 2016•Rojanekirin: 29 Îlon 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê di malekê da cesedê 6 terorîstan û sîlahên wan hat dîtin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, li bajarê ku lê operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê hatin temamkirin û lê qedexeya derketina derva dewam dike ekîbên şaxa Tevgera Taybet û yên Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr xebatên ji bo tesîbtkirin û îmhekirina teqemeniyên ku hatine veşartin didomînin.
Ekîbên polêsan li Taxa Cumhuriyetê ji ber ku bîneke giran ji maleke li kûçeya Guneşê tê li malê geriyan û di bodroma malê da cesedê 6 terorîstan dîtin.
Di malê da 12 keleşkof, 14 bombeyên desta, gelek fîşeng û jajor, 2 dûrbînin van çekan û dokumanên rêxistinê hatin dîtin.
Cesed ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Hêzên ewlekariyê teqîbata li bajêr didomînin.