27 Hezîran 2016•Rojanekirin: 27 Hezîran 2016
KIRIKKALE
Li Kirikkaleyê di operasyona li hember Rêxistina Dewleta Paralel/Rêxistina Terorê ya Fethullahiyan (FETO/PDY) de 5 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan tîmên Şaxa Tekoşîna Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr li mala hin karsazan de lêgerîn kirin.
Tîman qeydên komputeran û hin belgeyan nihêrîn. Piştê vê lêgerînê L.Y, M.S.A, O.A, K.Ç. û R.R.U. hatin binçavkirin.
H.B.T, B.Ş, F.S, H.U, M.A, H.H.P, A.K, M.İ û F.D. yên ku der barê wan de biryara binçavkirinê heye jî ne li malên xwe bûn.