27 Hezîran 2016•Rojanekirin: 28 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
Operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê ya li Licêya navçeya Diyarbekirê ku Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) û unsûrên ewlekariyê bi awayekî hevbeş li dar dixin, bi awayekî serkeftî dewam dike.
Di sewq û rêveberiya Fermandariya Artêşa 7emîn a Diyarbekirê da û bi beşdariya 24 tabûrî va li Licê û deverên derûdora wê di 23yê hezîranê da "Operasyona Yekîneya Taybet a Hevbeş a Bayrak-14 Şehit Cendirme Tegmen Abdulselam Ozatak" dest pê kiribû. Operasyon hîna jî didome.
Li gorî agahiya ku ji jêderên ewlekariyê hat wergirtin, di 4 rojên ewil ên operasyonê da rêxistinê derbeyeke mezin xwar, gelek muhîmat û teqemeniyên bidestçêkirî hatin qefaltin, spartgeh, depo û kirkirkên tespîtkirî tên jinavbirin. Şewitandina 11 milyon û 59 hezar serî kirkirk, tonek û 490 kîlogram esrara xubar ên ku hatin qefaltin jî kuta bû.
Hat destnîşankirin ku li herêma operasyonê ji 19ê hezîranê vir da 8 hezar û 498 wesayît, 18 hezar û 793 kes hatin lêkolînkirin û 77 şexsên ku li wan digerin, hatin qefaltin. Pênc berşik ji ber sûcê "firotin û hewandina hişbirê û alîkariya rêxistina terorê" hatin girtin, 2 berşik hatin binçavkirin, ji ser berşikan demançe û 3 tifingên nêçîrê derketin.
- Telîmata şewitandina esrarê
Di axaftina terorîstan a nava xwe da ya ku hêzên ewlekariyê tespît kirin da derket holê ku mensûbên rêxistinê telîmat dan hevalbendên xwe yên li deverê ku esrara di destê wan da maye, bisojin da ku neyên girtin.
Ji hêla din, hêzên ewlekariyê dîmena deverên daristanê yên ku terorîstan agir berdanê, kişandin.