05 Tebax 2016•Rojanekirin: 06 Tebax 2016
ANKARA
Welatiyên ku li ser bangewaziya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji 15 tîrmehê vir va li qad û meydanan li hemberî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) nobeta demokrasiyê digirin, meydanan vala nahêlin.
- Stenbol
Li Stenbolê welatî nobeta demokrasiyê ya ku li deverên cihê yên bajêr digirin, didomînin.
Welatiyên ku civiyan û li dijî hewla derbeyê ya FETOyê bertek nîşan dan, digel alayên tirkan li Saraçhaneyê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hewla derbeyê protesto kirin.
Li Kisikliya Uskudarê jî li ber deriyê mala Serokomar Recep Tayyîp Erdogan nobeta demokrasiyê dewam dike.
Wek mayîn li Qada Taksîmê li ser Kursiyê Demokrasiyê yê 15ê Tîrmehê ku Şaredariya Beyogluyê daniye kesên navdar xitabî welatiyan kirin.
- Enqere
Welatiyên ku li dijî hewla derbeyê ya FETOyê bertekê nîşan didin li Meydana Qizilayê û ber Qesra Serokomariyê "nobeta demokrasiyê" didomînin.
Nobeta demokrasiyê ya ku li Meydana Qizilayê piştî hewla derbeya FETOyê dest pê kir her şev bi beşdarbûna bi hezaran welatiyî va didome. Kesên ku tên alayên Tirkiyeyê tînin, pankartên bi tirkî û îngilîzî bilind dikin, wêneyên şehîtan nîşan didin û dirûşmeyên berz dikin, derbeyê protesto û şermezar dikin.
- Wan
Welatiyên ku li Qada Beşyolê ya Wanê civiyan posterên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gerandin û nobeta demokrasiyê girtin.
- Bedlîs
Li Bedlîsê welatî li ber avahiya AK Partiyê civiyan û tevî alayên di destê xwe da hewla derbeyê ya FETOyê şermezar kirin.
- Colemêrg
Li Colemêrgê welatî digel alaya tirkan û posterên Serokomar Erdogan li ber walîtiyê civiyan û hewla derbeyê protesto kirin.
- Mêrdîn
Li Mêrdîn welatî li pêşiya Serokatiya Bajêr a AK Partiyê civiyan û nobeda demokrasiyê domandin.
Welatiyan bi sloganan va bertek nîşanî hewla derbeyê ya FETOyê dan û sloganên "Mêrdîn li vir e, FETO li ku ye", "Em îdamê dixwazin" berz kirin.
- Sêrt
Li Eruha navçeya Sêrtê ji bo kesên ku di 15ê Tîrmehê da li dijî derbeyê ber xwe dan û şehîd ketin mevlûd hat xwendin.
Bernameya ku Qaymeqamtiyê li pêşiya Qonaxa Hikûmetê li dar xist bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir, selewat hatin anîn û dia hat kirin.
- Diyarbekir
Gelek welatî li Park Ormana li Kayapinara navçeya navendî ya Diyarbekirê civiyan û bertek nîşanî hewla derbeyê ya FETOyê dan û alayên Tirkiyeyê liba kirin û posterên Serokomar Erdogan dan destê xwe.
Li meydanê ji bo şehîdan mewlûd hat xwendin û dia hat kirin.
- Bîngol
Li Bîngolê welatiyên ku bertek nîşanî hewla derbeyê ya FETOyê dan nobeda demokrasî û raya milî domandin.
Ji ber ku li Bîngolê 7 polês di êrîşa terorê da hatin şehîdkirin nobeda demokrasiyê ya welatiyên ku li Kolana Gencê civiyan xemgînî derbas bû. Li meydanê ji bo şehîdan mewlûd hat xwendin û Midûriyeta Kobîneya Goşt a Bîngolê li welatiyan xurek belaw kir.
- Şirnex
Li Cizîra navçeya Şirnexê di bernameya ku Serokatiya Şaxa Jinan a AK Partiyê û Serokatiya Navçeyê ya AK Partiyê li pêşiya Qaymeqamtiyê li dar xistin da Quran hat xwendin û mewlûd hat dayîn.
Qaymeqamê Cizîrê Ahmet Adanur di daxuyaniya xwe da bal kişand ku welatî li dijî hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê bi yekîtî û biratî sekinîn.
- Erzirom
Li Erziromê nobeda demokrasiyê ya ku welatiyan piştî hewla derbeyê ya FETOyê dabûn destpêkirin dewam dike.
Welatî li Meydana Bajêr a Yaqutiyeyê civiyan û bertek nîşanî hewla derbeyê dan. Omer Karaoglu û Ammar Acarlioglu îlahî gotin.
- Batman
Li Batmanê welatiyan nobeda demokrasiyê domand û bertek nîşanî hewla derbeyê ya FETOyê dan.
- Şanliurfa
Di çalakiya bi navê "şalika xwe hilde û were" ku Şaredariya Eyubiyeyê li Meydana Rabîayê li dar xist da welatî hatin nimêja eşayê kirin, dia kirin û li Qurana Kerîm guhdar kirin.
- Kilîs
Li Kilîsê jî welatiyan tirk, sûriyî û filistînî di destê wan da alayên Tirkiyeyê li Qada Komarê civiyan, li hemberî hewldana derbeya FETOyê dûrişm berz kirin û tekbîr anîn.
- Gazîantep
Bi hezaran welatiyên ku di destê wan da alayên Tirkiyeyê hebû û li Meydana Demokrasiyê ya Gazîantepê civiyan li dijî FETOyê dirûşme berz kirin.
Serşêwirmendê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Prof. Dr. Mehmet Çelîk li wir axivî û diyar kir ku coş û şahî li Gazîantepê li gor gelek bajarên din zêdetir e û bela sebep unwana gazîtiyê nedane Entebê.
- Meletî
Welatiyên ku li ber Walîtiya Meletiyê û Mizgefta Nû civiyan alayên Tirkiyeyê kirin destê xwe û tevî jin û zarokên xwe nobeta demokrasiyê girtin.
- Meraş
Li Meraşê jî welatî li Qada Bajêr nobeta demokrasiyê berdewam kirin û Alîkarê Serokwezîr Veysî Kaynak jî li vê derê xeberdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a ku ji ser têlevizyonê bi zindî hat weşandin temaşe kir û paşê ji wir veqetiya.
- Adiyaman
Welatiyên ku li meydana pêş Walîtiyê kom bûn alayên Tirkiyeyê û posterên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî bi xwe ra anîbûn hewldana derbeyê protesto kirin, helbestên Serokomar Erdogan xwendibû guhdar kirin û li dijî FETOyê dirûşme berz kirin.