06 Tebax 2016•Rojanekirin: 07 Tebax 2016
ANKARA
Welatiyên ku li ser bangewaziya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji 15 tîrmehê vir va li qad û meydanan li hemberî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) nobeta demokrasiyê digirin, meydanan vala nahêlin.
- Stenbol
Li Stenbolê welatî nobeta demokrasiyê ya ku li deverên cihê yên bajêr digirin, didomînin.
Welatiyên ku civiyan û li dijî hewla derbeyê ya FETOyê bertek nîşan dan, digel alayên tirkan li Meydana Taksîmê hewla derbeyê protesto kirin.
Welatiyên ku li dijî hewla derbeyê ya FETOyê bertek nîşan dan, digel alayên tirkan li Saraçhaneyê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hewla derbeyê protesto kirin.
Di nobeta demokrasiyê da Qur'ana Pîroz hat xwendin û dia hat kirin.
- Enqere
Welatiyên ku li dijî hewla derbeyê ya FETOyê bertekê nîşan didin li Meydana Qizilayê û ber Qesra Serokomariyê "nobeta demokrasiyê" didomînin.
Nobeta demokrasiyê ya ku li Meydana Qizilayê piştî hewla derbeya FETOyê dest pê kir her şev bi beşdarbûna bi hezaran welatiyî va didome. Kesên ku tên alayên Tirkiyeyê tînin, pankartan bilind dikin, wêneyên şehîtan nîşan didin û dirûşmeyan berz dikin, derbeyê protesto û şermezar dikin.
- Diyarbekir
Gelek welatî li Park Ormana li Kayapinara navçeya navendî ya Diyarbekirê civiyan û bertek nîşanî hewla derbeyê ya FETOyê dan û alayên Tirkiyeyê liba kirin û posterên Serokomar Erdogan dan destê xwe.
Li meydanê ji bo şehîtan mewlûd hat xwendin û dia hat kirin.
- Sêrt
Li Sêrtê ji bo kesên ku di 15ê Tîrmehê da li dijî derbeyê ber xwe dan û şehît ketin mevlûd hat xwendin.
Bernameya ku li pêşiya walîtiyê hat kirin heta dereng dewam kir û gelek nûnerên saziyan beşdar bûn.
- Şanliurfa
Di çalakiya bi navê "şalika xwe hilde û were" ku Şaredariya Haliyeyê li Meydana Rabîayê li dar xist da welatiyan nimêja eşayê kir, dia kirin û li Qurana Kerîm guhdar kirin.
Adiyeman
Li Adiyemanê di kordinasyona Walîtiyê da çalakiya meşê hat lidarxistin, xwendekarên navenda ciwaniyê û welatî tevlî meşê bûn.
Welatiyên ku tevlî meşê bûn bertek nîşanî hewla derbeyê ya FETOyê û bi alayên Tirkiyeyê va meşiyan.
Mûş
Li Mûşê welatî li Meydana Şaredariyê civiyan û posterên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û alayên Tirkiyeyê dabûn destê xwe.
Şevkî Yilmazê parlementerê Rîzeyê yê berê yê Refah Partîsiyê beşdarî nobeda demokrasiyê bû û li wê derê axivî.
Hekarî
Li Çuxurcaya navçeya Hekariyê welatiyên ku nobeda demokrasiyê dabûn destpêkirin nobedê didomînin.
Meletye
Piştî hewla derbeyê ya FETOyê nobeda demokrasiyê ya ku gelê Meletiyê dabû destpêkirin dewam dike.
Gazîentab
Li Gazîentabê welatî nobeda demokrasiyê didomînin.
Welatiyên ku li Rasta Demokrasiyê civiyan bi alayên destê xwe va hewla derbeyê ya FETOyê şermezar kirin û ji bo kesên ku di dema hewla derbeyê da şehîd ketin dia kirin.
Mêrdîn
Li Mêrdînê welatiyan bertek nîşanî hewla derbeyê ya FETO dan û nobeda demokrasiyê domandin.
Welatiyên ku li pêşiya Serokatiya Bajêr a AK Partiyê civiyan bi alayên destê xwe va nobeda demokrasiyê domandin.
Elezîz
Li Elezîzê welatî li Meydana Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê civiyan û nobeda demokrasiyê domandin.
Nobeda li meydanê bi xwendina Qurana pîroz va dest pê kir, xebatkarên Şaredariya Akçakîrazê alayên Tirkiyeyê dan destê xwe û ji mala mamosteyan hetanî meydanê meşiyan.
- Wan
Welatiyên ku li Qada Beşyolê ya Wanê civiyan posterên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gerandin, alayên Tirkiyeyê hejandin û nobeta demokrasiyê girtin. Dirûşmeyên wek "Şehît namirin, welat perçe nabe", "Serê xwe netewîne", Ji FETO ra îdam" berz kirin û peyamên yekîtî û bihevratiyê dan.
- Bedlîs
Li Bedlîsê jî welatiyên ku li ser bangewaziya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ev 22 roj in li ber avahiya AK Partiyê dicivin bi alayên di destê xwe da hewla derbeyê ya FETOyê şermezar dikin û nobeta demokrasiyê didomînin.
- Erzirom
Li Erziromê welatî piştî hewla derbeyê ya FETOyê li Meydana Bajêr a Yaqutiyeyê dicivin û nobeda demokrasiyê ya ku dane destpêkirin didomînin û li îlahiyan guhdar dikin.
- Agirî
Welatiyên ku li pêşiya Qaymeqamtiya Eleşkirta navçeya Agiriyê civiyan bi dirûşmeyan hewla derbeya FETOyê şermezar kirin.
- Bîngol
Li Bîngolê welatiyên ku bertek nîşanî hewla derbeyê ya FETOyê dan nobeda demokrasî û raya milî ya ku dabûn destpêkirin domandin.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Cevdet Yılmaz di xeberdana da ji hemû kesên nobeta demokrasiyê digirin û li îradeya milî xwedî derdikevin ra spas kir.