Abdullah Tel
13 Gulan 2017•Rojanekirin: 13 Gulan 2017
KOCAELÎ
Fuara Pirtûkan a Kocaeliyê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê ev cara 9emîn e organîze dike û Ajansa Anadoluyê (AA) jî îsal şirîkê wê yê ragihandina global e bi merasimê dest pê kir.
Di merasima vekirinê ya li Navenda Fuarê ya Navneteweyî ya Kocaeliyê da Walî Hasan Basrî Guzeloglu axivî û got ku ji ber ku li fuarê ye gelekî kêfxweş e.
Şaredarê kocaeliyê Îbrahîm Karaosmanoglu jî got ku pirtûk dayika şaristaniyê ye û tu şaristanî bêyî pirtûk nabe.
Di vê navberê da li eywana Byê ya fuarê standa AAyê jî li benda ziyaretvanên fûarê ye û almanaka AAyê jî li wir tên firotin.
Fuara ku AA şirîkê wê yê ragihandina global e heta 21ê gulanê wê vekirîbe.