Haydar Şahin
09 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2018
MUŞ
Midûrê Fabirqeya Şekir a Mûşê Hakîm Gundogdu diyar kir ku ji 13ê îlonê vir da ji cotkaran 135 hezar ton silq sitandin.
Gundogdu daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku fabirqeyê îsal li 3 bajaran, li 56 gundan bi 3 hezar û 519 cotkaran ra 363 hezar ton silq derxist.
Gundogdu diyar kir ku di vê çarçoveyê da Fabirqeyê ji 13ê îlonê vir da li Mûşê 135 hezar ton silq ji cotkaran sitand û wiha axivî: "Em ê îsal ji cotkaran 330 hezar ton silqê bikirin. Em ê ji vê silqê 42 hezar ton şekirê krîstal, 12 hezar ton melas, 81 ton kuspeyê çêbikin."
Gundogdu destnîşan kir ku li fabirqeyê di rojê da 4 hezar ton silqê ji hev derdixin, kampanyaya di 13ê îlonê da dest pê kiribû ew ê di 5ê berfanbarê da xilas bibe.
Gundogdu diyar kir ku cotkar dixwazin demildest silqê teslîm bikin û wiha axivî: "Lêbelê em li bendê ne ku cotkarên me hinekî sebr bikin. Nika em sitandina silqê didomînin. Dema silq di sîloyan da zêde bisekine dirize. Ya rastî dema birize jî ji bo welêt zirar e. Em vê bira cotkarên me hinek tehml bikin. Em ê sala pêşiya me li gor bernameyê silqê bistînin."
Alî Bulutê Serhosteyê Rafîneriyê jî diyar kir ku li fabirqeyê bi rêyên tebiî şekir çêdikin, ji bo tehmdayînê tu tiştekî tevlî nakin.