Türkan Tosun
27 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Di Lîga Şampiyonan ên UEFAyê de Beşîktaşê pêşbirka xwe ya duyemîn wê li hemberî tîma Dînamo Kîeva Ukraynayê bilîze.
Tîma reş û spî di koma Byê de pêşbirka xwe ya ewil bi tîma Benfîcayê ya Portekîzê ve kiribû. Herdu tîm 1-1 weke hev mabûn.
Beşîktaşê sibê di saet 21.45an de li Vodafon Arenayê li hember Dînamo Kîevê bilîze. Ji Federasyona Futbolê ya Almanyayê hakem Felîx Zwayer wê di pêşbirkê de bibe hakem.
Ji heman welatî Thorsten Schîffner û Marco Achmuller wê bibin hakemên alîkar.
Pêşbirkê di kanala Tivibu Spor 2an de bi zindî bê weşandin.
Oguzhan Ozyakup beriya vê pêşbirkê seqet bûbû.
Tîma Dînamo Kîevê jî di pêşbirka xwe ya ewil a komê de li hemberî tîma napoliyê ya Îtalyayê lîstibû. Tîma Napoliyê 2-1 Dînamo Kîevê têk biribû.