Ahmet Aydın
06 Tebax 2017•Rojanekirin: 07 Tebax 2017
MUŞ
Li Malazgirta navçeya Mûşê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê de 16 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Fermandariya Cendirmeyê, li gundê Boyçapkinê bi mebesta girtina gumanbarên ku qaşo endamê "komîsyona gund" a rêxistina terorê ne û alîkarî û piştevaniya rêxistinê dikin, dest bi xebatê kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Li dijî navnîşanên 16 gumanbarên tesbîtkirî, bi hevdemî operasyon hat kiriin. Di lêgerînê de keleşkofek û 6 şarjorê wê, tivingeke piyadeyan ya G-1ê û şarjoreke wê, demançeyek û şarjoreke wê, 646 fîşekên keleşkofê, 11 heb fîşekên demançeyê yên 9 mîlîmetreyê, 15 fîşekên demançeyê yên 7.65 milîmetreyî, 3 tvingên nêçîrê, 196 diran kenvîra hindî hatin desteserkirin. Herwiha karûbarê edlî yên her 16 gumanbarî didome.