Ferizat Kaya
06 Tebax 2017•Rojanekirin: 07 Tebax 2017
KAYSERÎ
Li gorî agahiyan otobêsa rêwiya ya bi pileqeya 65 EK 765 ya Kenan Akbaş diajot li ser rêya Kayserî-Meletiyeyê totî şerempolê bû. Piştî qezayê gelek ambûlans û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Di qezayê de tevî ajokar 26 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyên derdorê hatin kirin.
-"Ajokar kete xewê"
Ji rêwiyan kesekî ku ne xwest navê xwe bide got ku ajokar li ser dîreksiyonê xew re çû, piştî ku wesaît hejiya şiyar bû. Qezazede wiha dewam kir: "Di otobêsê de birîndar hebûn, me camê otobêsê şikand û em ji otobêsê derketin.