Fatih Gazioğlu
12 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2017
MUŞ
Li Mûşê xwendekarên Dibistana Navîn a Vahît Ozmen serê sibê û piştî nîvro perwerdeya spora badmîntonê dibînin.
Antrenorê Tîma Neteweyî ya Badmîntonê Cesur Mutlu daxuyaniyek da û got ku ew vê perwerdeyê di çarçoveya projeya "Ew gund gundê me ye" ya ku ji aliyê Federasyona Badmîntonê tê lidarxistin, didin.
Mutlu got ku armanca wan ew e ku vê branşê li hemû gund û navçeyan belav bikin û wiha dewam kir:
"Em dixwazin ji bo tîma me ya neteweyî werzişkarên neteweyî perwerde bikin. Armanca me li vê derê ew e em ciwanên herêmê hînî badmîntonê bikin û wan ji kuçeyan dûr bixin."
Mutlu got ku ew niha perwerdeyê didin 40 xwendekarî.
Ji xwendekaran Ayşe Gul Alterê jî got ku ew ji spora badmîntonê gelekî hez dike û dixwaze bibe werzişkara tîma neteweyî.