İbrahim Atmaca
13 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2019
MUŞ
Li Navenda Kaşûnê ya Mûşê sezona xweşiqitandinê dest pê kir.
Li tesîsa gundê Guzeltepeyê ku li ser navendê ye, bi vebûna sezonê ra welatiyan dawiya hefteyê berê xwe da gund.
Welatî derketin tepa Çiyayê Kurtîkê ku 8 kîlomêtre dûrî navenda bajêr e û 2 hezar û 300 raqim bilind e, xwe di pîstên hezar û 300 mêtreyî da şiqitandin. Zarokan jî bi xizekan va xwe şiqitand.
Karîgerê navenda kaşûnê Seyfetullah Olcay diyar kir, ji ber ku berf dereng barî wan sezon dereng vekir.
Olcay daxuyand ku qalindahiya berfê li cihên bilind 2 mêtre, li qada pîstê 120 santêm e û wiha dewam kir, "Ji bo çûyîn û hatina navendê pirsgirêka me tuneye. Wesayîtên me yên servîsê timî dixebitin. Pîsta me ya yekem amade ye. Em di hefteyê da 7 rojan li benda kaşûnhezan e. Her çend me sezon nû vekiribe jî welatî tên."
Galîp Demirê ku bi zarokên xwe va hate navenda kaşûnê jî got ku demeke dirêj e ku ew benda barîna berfê ne û wiha dewam kir, "Piştî ku berf barî navenda kaşûnê vebû. Em jî di betlaneya dawiya hefteyê da hatin ku xwe bişqitînin. Dema me xweş derbas dibe."