08 Sibat 2016•Rojanekirin: 09 Sibat 2016
MUŞ
Li Mûşê otobusek qulibî û 40 kes birîndar bûn.
Otobusek bi plaqeya 34 UFL 49 ku Mehmet Ali Akkuş diajot û bi aliyê navçeya Malazgirta Mûşê ve diçû, nêzîkî gundê Saribahçeya Haskoyê qulibî.
Rêwiyên otobusê ku piraniya wan mamosta bûn, cama wesayitê şikandin û jê derketin. Tîmên servîsa 112an 40 rêwiyên ku di qezayê da birîndar bûn bi ambûlansan gihandin nexweşxaneyên Mûşê û navçeya Korkutê.
Hat ragihandin ku rewşa tendirustiya birîndaran baş e û li ser piyan hatine dermankirin.