Haydar Şahin
28 Mijdar 2018•Rojanekirin: 29 Mijdar 2018
MUŞ
Xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Teknîkî û Meslekî ya Nusret Sarman a Mûşê karê turîzmê hîn dibin.
Şerafettîn Yildizê Midûrê xwendingehê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku xwendingeha wan di heyama perwerdeyê ya 2014-2015an da hat vekirin û li xwendingehê 16 mamoste wezîfeyê dikin.
Yildiz diyar kir ku 329 xwendekarên wan hene û wiha pê da çû: "136 xwendekarên me di beşa mitbaxê da, 72 xwendekarên me di beşa otelvanî û mêvandariyê da, xwendekarên me yên din jî di beşa normal da perwerdeyê dibînin. Hemû îmkanên xwendekarên me hene. Zarokên me yên li otela ceribandinê ya xwendingeha me perwerdeyê dibînin hene. Em xêncî xwarinên herêmî perwerdeya aşpêjiya navneteweyî jî didin xwendekarên xwe."
Yildiz diyar kir ku wendekarên di pola 10 û 11ê da hem li otelên navenda bajêr hem jî li otelên li Antalya û Aydinê 5 mehan stajê debînin û wiha pê da çû: "Xwendekarên me li vê derê hem meslek hîn dibin hem jî xwe pêş dixin. Bi vekirina xwendingeha me va cara ewil Mûşê ji bo turîzmê xebatkarên asta navîn da xwendin. Xwendekarên me yên 4 salan dixwînin û perwerdeya xwe temam dikin li çar aliyên welêt di otelên 5 sitêrkî û qadên turîzmê da îmkanê dibînin ku bixebitin."