Fatih Gazioğlu
25 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2018
UŞAK
Ender Ekînciyê temîrkarê pêlavan yê ku li Banaza navçeya Uşakê dixebite piştî hemû hevalên wî dev ji kar berdan li navçeyê tenê ma.
Ender Ekîncî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber pêlavên bêqalîte û erzan yên ku ji derva tên êdî nikarin karê xwe bikin.
Ekîncî got dema ku ev pêlav zirarê dibînin welatî şûna temîrkirinê diçin yên nû dikirin û wiha axivî:
"Min hê di 11 saliya xwe da dest bi vî karî kir. Gelek hevalên me êdî dikanên xwe girtin. Li navçeyê yê ku vî karî dike niha bi tenê ez im. Ez jî dev jê berdim wê çaxê li navçeyê tu kes namîne ku vî karî bike. Êdî tu çiraxan em nabînin ku bên û li ber destê me bixebitin. Tu kes naxwaze xwe hînî vî karî bike. Nizanim belkî jî ciwan ji ber ku karekî qirêj e naxwazin vî karî bikin. Min gelekî lêkolîn kir lê min dîsa jî pirsgirêka çiraxtiyê çareser nekir."