25 Gulan 2016•Rojanekirin: 26 Gulan 2016
MARDÎN (AA) -
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê 25 terorîst teslîm bûn.
Li Nisêbînê "Operasyona Atmaca-7" ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) û hêzên ewlehiyê ji bo çalên ku terorîstan kolan bên girtin, bergiriyên hatine danîn bên rakirin, teqemeniyên bidestçêkirî yên ku hatine veşartin bên îmhekirin û nîzama qamûyê ji nû ve bê tesîskirin dan destpêkirin, berdewam dike.
Li Taxa Abdulkadîr Paşayê terorîstên ku hatin dorpêçkirin û rêyên wan ên revê hatin girtin 25 kes teslîm bûn.
Ji aliyê din ve çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku mensûbên PKKyê yên ku ji ber operasyonan di zorê de ne, kom bi kom teslîm dibin, dibe ku jimara terorîstên ku teslîm dibin zêde bibe.
Li Taxa Firatê di dema pevçûnan de terorîstek teslîm bibû û terorîst piştî miameleyên li Midûriya Ewlehiyê ya Navçeyê derxistin dadgehê û terorîst hat girtin.
Bi vî awayî jimara terorîstên ku li Nisêbînê teslîm bûn derket 26an.