25 Gulan 2016•Rojanekirin: 27 Gulan 2016
ŞIRNAK
Li Silopiya navçeya Şirnexê 3 terorîstên ku êrîşa çekdarî birin ser hêzên ewlehiyê hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin 3 terorîstên di wesayîtekê de bi çekên lûledirêj êrîş birin ser hêzên ewlehiyê yên li cihê lêgerîna rêya BOTAŞê ya li rêbeja Cizîr-Silopiyê. Hêzên ewlehiyê demildest bersiv dan û di pevçûna ku derket de 2 terorîst di otomobîlê de, terorîstekî hewl da ku bireve jî li erazî hat kuştin.
Di lêgerîna ku di wesayîtê de hat kirin de çekê lûledirêj, demançe û gelek berik hatin bidestxistin.
Cesedên terorîstan ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê.