26 Gulan 2016•Rojanekirin: 27 Gulan 2016
MARDÎN
Di operasyona li Nisêbîna navçeya Mêrdînê da 42 terorîst teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê "Operasyona Atmaca-7" a ku bi armanca tijekirina çalan, rakirina barîqatan û jinavbirina teqemeniyên xumalî yên PKKya rêxistina terorê, bi hevkariya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û unsûrên ewlekariyê tê lidarxistin, dewam dike.
Li navçeyê 42 terorîstên ku 10 jê jin in, hatin dorpêçkirin û rêya revê ji bo wan nema li kuçeya Tunça taxa Yenîşehirê teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.
Li Nisêbînê mensûbên rêxistina terorê PKKyê yên ku hatin dorpêçkirin kom bi kom teslîm dibin û duhê jî 6 jê jin 25 terorîst teslîmî hêzên ewlekariyê bibûn.