İbrahim Atmaca
04 Adar 2018•Rojanekirin: 05 Adar 2018
ERZURUM
Li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê tê payîn ku şilope û berf bibare.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrayî derbas bibe û dem bi dem baran û berf ê bibare.
Li herêmê tê payîn ku danê sibê û danê nîvro dem bi dem baran bibare û cî bi cî gur bibe, li gor texmînê danê êvarê jî li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê û der û dorên wan şilope û berf bibare.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 6, Erzincanê 5, Tunceliyê 4, Agiriyê 3, Erzirom û Erdexanê 2, Qersê pileyek hat pîvan.
Li gor texmînê nava rojê germa hewayê ya herî zêde wê li Îdirê 16, Erzincanê 12, Tunceliyê 10, Agiriyê 7, Qersê 6, Erziromê 5, Erdexanê 4 pile be.
Qalindahiya berfê li Erdexanê 8, Erzirom û Qersê 3 santêm hat pîvan.
Li navendên xweşiqitandinê jî qalindahiya berfê li Palandokenê 87, Cibiltepeyê 74, Erganê 73, Yalnizçamê 40 santêm hat pîvan.
Rayedaran ji bo cemed, qeşa, şepeyê hişyarî da welatiyan.