Türkan Tosun
18 Hezîran 2018•Rojanekirin: 18 Hezîran 2018
ERZURUM
Li Rojhilatê Anadoluyê ji bo 5 bajaran hişyariya barana gur hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li giştiyê herêmê hewa wê ewrayî be, piştî nîvro jî li Erzirom, Erzingan, Qers, Erdexan û Îdirê baraneke gur wê bibare.
Germahî wê li gor demsalê be, ji hêla başûr va jî ba wê çêbibe.
Germahiya herî zêde ya bi roj wê li Îdirê 33 pile, li Erzinganê 28 pile, li Agirî û Qersê 25 pile, li Erziromê 23 pile, li Erdexanê jî 22 pile be.