18 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2016
MALATYA
Bona Meletî, Elazig, Tuncelî, Bîngol û Adiyamanê hişyariya sir û seqemê hat kirin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 13emîn a Meteorolojiyê da hat destnîşankirin ku li gorî pêşbîniyê dê heya ber destê sibeya roja din li Meletî, Elazig, Tuncelî, Bîngol û Adiyamanê hewayê sayî û kêmewr be.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku dê di pileya germê da cudahiyeke mezin çênebe û li ji ber ku nîvê şevê pileya germê berjêr dibe, divê welatî û rayedar jî baldar û bitevdîr bin da ku rewşeke nexweş neqewime.